Gera hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk didome

Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re 3 roj man. Partiya Çepên Kesk bêyî navber li bajar, navçe û gundan xebatên hilbijartinê didomîne.

Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên hilbijartinê li bajar, navçe û gundan didomîne.

MÛŞ

Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Mûşê Sezaî Temellî, Sumeyye Boz û Serhat Dûrsûn li bajêr bi konvoya wesayîtan geriyan û paşê li ber avahiya HDP’ê ya Mûşê hevdîtina gel li dar xistin. Gelek welatî tev li şahiyê bûn.

Namzet axivîn û destnîşan kirin ku tekane rêya alternatîfê Çepên Kesk e û ew ê li Mûşê AKP’ê têk bibin û navê wê ji wir paqij bikin. Namzetan da zanîn ku dê gelê Mûşê di vê hilbijartina dîrokê de hêza xwe di sindoqan de nîşan bide û dê gelê Kurd bi ser bikeve. Namzetan destnîşan kir ku desthilata AKP’ê ku dijminatiya Kurdan dike wê di 14’ê Gulanê hilweşe.

AYDIN

Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk Ebru Gunay, Rojîn Tanhan Dogan û Sînan Çakmakçi û partiyên bi wan re, li navçeya Germencikê serdana karkerên li karxaneyên li Herêma Pişesaziyê ya Organîze ya Oraklarê kirin. Namezetan guh dan zehetî û pirsgirêka karkeran.

Rojîn Tanhan Dogan di serdanan de axivî û diyar kir ku di hilberîna li Aydinê de keda jinan heye, lê  di rêveberiyê de nûnertiya jinan nîne. Dogan got: “Jin divê êdî nûnertiya Aydinê bikin. Ji ber vê em piştevanî ji we dixwazin. Em bi hev re têkoşîna jinan bilind bikin.”

Ebru Gunay jî anî ziman ku hilbijartineke dîrokî û krîtîk e û wiha got: “Em dixwazin vê desthilatê biguherînin. Em dixwazin jin, karker, kedkar û hem û gel bi aramî bijîn.”

MEREŞ

Koma ku ji Komeleya Wêje, Huner û Çandê ya Jinan (KASED), Zarok Ma û Akademiya Sînamaya  Rojhilata Navîn pêk tê, li Bazarcisê bi zarokan re hatin ba hev. Komê bi zarokan re lîst û weneyan xêz kirin. Piştre KASED û Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Bazarcixê paketên ku ji bo jinan amadekiribûn, belav kirin.

Her wiha namzetên Partiya Çepên Kesk a Mereşê, serdanên xwe yên gundan berdewam kirin û belavok belav kirin. Partiya Çepên Kesk li navenda Bazarcizê stand danî û li vir eleqeyeke mezin dît. Xelkê Bazarcizê hatin ber standê û bi endamên partiyê re govend gerandin.

DÎLOK

Li Dîlokê xebatên hilbijartinê bi serdanên gund, tax, komele û civînên gel dewam kirin. Li navçeyên Şehîtkamîl û Şahînbet bi tevlîbûna hemû namzetên partlementeriyê yên Dîlokê û rêveberên Mereşê, serdana xelk û esnafan hat kirin. Namzetan belavok belav kirin û ji bo 14’ê Gulanê piştevanî xwestin.

Her wiha namzetên jin li Taxa Ocaklar ya navçeya Şahînbeyê bi jinan re hatin ba hev. Jinan pirsgirêkên xwe anîn ziman û gotin ku Partiya Çepên Kesk partiya jinan e û ji bo çareserkirina pirsgirêkan baweriya xwe pê tînin.

SEMSÛR

Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijatinê de bi tevlîbûna namzetên parlamenteriyê yên bajêr Alî Kenanoglû, Îzzet Karadag, Yuksel Yucedag, Bulent Çinar û Meryem Cerîtlî serdana gundên navçeya Kolikê û Bêhiştiyê kir.

Namzetên parlamenteriyê Alî Kenanoglû, Îzzet Karadag û Yuksel Yucedag li avahiya navçeya  Kolikê  hatin li cem hev û bi şandeya li gel wan li navçeyê serdana esnaf, karkerên tekstîlê û gundan kirin. Şande di serdanan de pirsgirêkên welatiyan û nêrînên wan ên der barê çareserkirina pirsgirêkan de guhdar kir. Her wiha şande di serdanan de belvaok belav kirin û behsa xebatên Partiya Çepên Kesk kir.

Namzetên parlamenteriyê Meryem Cerîtlî û Bulent Çinar jî bi şandeya li gel wan li gundên Bêhiştiyê xebatên hilbijartinê domandin. Şande li gundan pirsgirêkên welatiyan guhdar kir û anî ziman ku heke ew biçin meclisê dê pirsgirêkên wan bînin rojevê. Her wiha şande li gundan belavok belav kirin û alayên Partiya Çepên Kesk daliqandin.